Çerçoveya Hemahengiya Iraqê civînek kir û li ser pêşniyara Muqteda Sedir helwesta xwe diyar kir.
Çarçoveya Hevahengiyê daxûyaniyek belav kir û dibêje:Em piştevaniya rêya destûrî dikin tevî encamdana hilbijartinên pêşwext jî, lê belê bi mercek ku ew hilbijartin piştî yekdengiya niştimanî be û keş û hewayeke aram ji bo birêveçûna wê çêbibe. Divê beriya her tiştî rêz li saziyên destûrî were girtin û xebatên wan neyên astengkirin û em hemû di bin siya yasa, destûr û berjewendiya gel de bin.
Îro Sekreterê Giştî yê Ketîbeyên Seyîduşşuheda yê ser bi Heşda Şe’bî Ebû Ala El Welaî jî ragihand, yek ji biryarên herî girîng ên îro yên Çarçoveya Hevahengiyê ew e ku bi ti awayî dirêjkirina dema mayîna Mistefa Kazimî li ser postê serokwezîriyê nayê qebûlkirin.