Nivîsar

Derewa dikin ji ber ku dewlet ji bo wan “miqedes” e!

28ê Kanûna 2011ê li devera tixûbê başûr û bakurê Kurdistanê balefirên şer ên dewleta Tirk xelkêke bombebaran kir û di encam de 34 kesa jiyana xwe ji dest dan. Ew kes bi tohmeta çekdarên PKKê hatin bombebaran kirin. Lê dema ew hatîn bombebaran kirin gelek eşkere bû ku ew ne çekdarin û gundîne her carê li wê deverê diçin kirîn firotina xwe dikin û vedigerin malên xwe. Lê vê carê dewletê gelek bi zanebûn ew karwan bombebaran kir û 34  Kurdên sivîl  û bê tawan qetil kirin.

Piştî vê bûyerê tevgerên siyasî berê xwe dan Roboskî û hewldan tenê vê êşa mezin vê qetlîamê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û hizbiyetiya teng bi karbînin. Di serî de HDP ev yek kir û eşkerebû ku tu cara ji dil ser vê dosyayê nesekinîne û ev yek ji aliyê Baroya Şirnex ve jî hate zelal kirin. 

Heta wê radeyê ku hine mirovên qurbaniyên vê karaseta mezin, li ser xwîna wan bûn parlementer û pişta xwe dan rastiya Roboskî û ev bûyera diltezin ji bo berjewendiyên kesayetî ji bo endametiya parlementoyê bi karanîn.

Kî çi bêje bila bêje ev rastiyeka tehle.

Ji aliyê din ve piştî 11 sala serokê CHPê serdana Roboskî kir. Axavtinên rutînî kirin û soz da ku vê pirsê zelel bike. Ev yek jî vekirî dixweyê cardin wek her siyasetmedarekî sozek vala da û derbas dibe.

Dema hilbijartina aliyên siyasî hemû bi cureyekî  propagandeyê dikin. Lê her kî be, çi aliyek be, dema bûyerek wek Roboskiyê diltezîn ji bo berjewendiyên siyasî karbîne û vê bûyerê bike malzemeyek siyasî ew fahişetiya siyasî dikin û sinorê bê ehlaqiyê derbas dikin.

Bûyera Roboskî gelekî zelal e, zêdetir kesek nikare zelaltir bike. Dewletê  bi balefirên cengî bi zanebûn xelkek sivîl û gundî yên Kurd bombebaran kir û Qetil kir. Bila bikaribin vî tawanê dewletê bi zanebûn kirî vekirî bêjin. Nabêjin ji ber ku dewleta wan ji bo wan miqadese. 

5.8.2022

Nêrîn / Şirove

Back to top button