Polîtîk

Ji bo arîkariya Rojava

Li gora nûçeya Radyoya Swedî beşê Kurdî Zeyale li Swêd bajarê Uppsala ji bo Rojavayê Kurdistanê kampanyek ya arîkariyê destpê kiriye. Ev nûçeya di derbarê vê arîkariyê de ye.

Şerê li Sûrî berdewam e û her roj nûçeyên perîşanî û belengazîya gel tên bihîstin. Ev rewşa xerab tesîreke mezin li rojavayê Kurdistanê jî dike.

Îcar ji bo alîkariya xelkê hejmarek kesayet û komeleyên kurd li bajarê Uppsala dest bi berhevkirina pere cilan kirine.

Heman însîyatîfgirên ku kampanya berhevkirina cilan dane destpêkirin berya bi çend mehan jî, di çileyê zivistanê de ji bo piştgiriya rojava konserek lidar xistibûn û sed hezar kron şandibûn ji Rojavayê Kurdistanê re. Yanî ev ne cara yekê ye ku alîkariyê dişînin rojavayê Kurdistanê.

Ji bo alîkariya gelê hejar yê Sûrî û bi tayabetî Rojavayê Kurdistanê komîteyeke bi navê Human Bridge To Syria, ango Pira Însanî ji bo Sûrî hatiye avakirin. Ji bo kesên ku dixwazin alîkariya pereyan bikin hesabekî bankê hatiye vekirin û li ser Facebookê jî grûbek bi heman navî hatiye avakirin ku tê de daxwaza alîkariyê û agahdarî tên belavkirin.

Komîteya alîkariyê radigihîne ku cilên ku li hev tên komkirin niha li Uppsala li sê cîyan; li komeleyên kurdî yên navenda Uppsala û taxên Gottsunda û Stenhagen tên berhevkirin. Di destpêkê de ew ji bo berhevkirinê tenê yek yekşemekê fikirîne, lê ji ber daxwazên gel wan dema berhevkirinê dirêj kirine.

Back to top button