Civak
Ji ber zulma Îranê li girtîgehê de lêhvên xwe dirût
Burhan Kemanger çalakvaneke sivîl yê xelkê Kamyarane û li girtîgeha wî bajarî ji ber zulm û sîtema rejîma Îranê lêhvên dirûtiye û ketiye greva rojiya mirin û birçîbûnê.
Li gor zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan Hengaw Burhan Kemanger çalakvanê medenî û yek ji endamên grûpa muzîka “Koral“ ya bajarê Kamyaran, li roja dûşemê 27.04.2020 li girtîxaneya wî bajarî lêhvên xwe dirûtiye û ketiye greva rojiya mirin û birçîbûnê.
Li gor zanyariyan Kemanger ji ber nîşandana nerazîbûn derbirînê û bi bêrêzî kirina îdareya Îtlaata Îranê bi malbata wî û rêgiriya navendên emniyên bi cîhkirina biryareke dadgehê ku mafên wî binpêkirine, lêhvên xwe dirûtiye.