Civak

Ji ber bombebaranê 8 gundên dinê Zaxo hatin valakirin

Artêşa tirkiye bi kûrahiya 4 km hatiye nav tixûbê Herêma Kurdistanê, heşt gund li navçeya Batîfe ya Zaxo ji ber bombebarana tirkiye ya li ser PKK hatin vala kirin.

tirkiye roja 17ê hezîranê êrîşeke bingehîn li ser baregehên PKK yên li Başûrê Kurdistanê destpêkir, artêşa tirkiye li Şirnaxê ve tevlî vê çalakiyê bûne.

Zilameke gundnişînê li devera Heftanînê dibêje: her ku êrîşa firoke û topbaranê destpêkir li gel jin û zarokên xwe reviyane û niha li nahiyeya Batîfe bi cîh bûne.

KCK daxuyaniyek belavkiriye û dibêje: “Êrîşa tirkiye qirkirina Kurde”, daxwaz dike desthilata Kurdistanê rûbirûyê tirkiye rawestê û dibêje: “Li rûyê asmanî ve ew cihên ku êrîşê kirine ser, hêza hevpeymanan ya bi Serokayetiya Amerîka li gel dewleta Iraqê jê berpirsin”.

Back to top button