Civak
Ji ber baranê qeysiya Meletî kêm dibe

Li bajarê Meletî ya Bakûrê Kurdistan 11 milyon û 100 hezar darên qeysî heye û debara zêdetirê xelkê bajar li ser qesiye. Îsal ji ber guhertina keşuhewa û barana dijwar berhemê qeysî li 120 hezar ton ve heta 65 hezar tonan kêm bûye.
Hejmara wan karkerên ku li ser qeysî kar dikirin ji rojane 40 hezar ve heta heşt hezaran kêmbûye. Zêdetirê karkerên qeysiyê ku xelkê Rûhayê ne diçin bajarê Meletî kar dikin.