Civak

Ji Bajarvaniya Sîweregê xizmeteke mînak

Ji bo cilşûştina xwendekar û kesên kêmderametan ji aliyê Bajarvaniya Sîweregê ve Mala Cilşoştinê hate vekirin ku ev xizmeta Bajarvaniyê bêberanbere.

Mala Cilşoştinê ku li taxa Hasan Çelebî ya bajaroka Sîweregê hatiye vekirin, malbatên kêmderamet, xwendekar û gelek kesên din, dikarin bêberanber ji vê xizmetê sûd wergirin. Mala Cilşoştinê ku 8 mekineyên Cilşoyan hatiye vekirin dermana paqijî û nermkirinê ji aliyê Bajarvaniyê ve tê dabînkirin. Welatî piştî ku cilên xwe ji cilşoyê werdigrin dikarin li vê Mala Cilşoyê de utuya xwe jî bikin.

Fatime Sun Dagli Cîgirê Serokê Bajarvaniyê da zanîn ku niha li mala cilşoyê 8 mekineyên cilşoşyinê û 1 utuya bi hêlm, 1 utuya şidandinê û 4 utuyên biçûk jî heye. Her wiha ji bo alîkarîkirina welatiyan 2 fermanberên jin jî li vir kar dikin. Hemû xizmeta me ya li vir bêberanbere.

 

Back to top button