Cîhan

Ji Azerbaycanê vexwandinek ji bo Nêçîrvan Barzanî

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, ji bo beşdarî Konferansa Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) (COP29) bibe, ji bo Bakuya paytextê Azerbeycanê hat vexwendin

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, balyozê mêhvan vexwandina fermî ya Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarbûna COP29 ku 11-2 Mijdarê li Bakûya paytexta Azerbaycanê tê lidarxistin, pêşkêşî Herîrî kir.

Di hevdîtinê de, pêşxistina peywendiyên Azerbaycanê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewş û pêşhatên navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Balyozê Azerbaycanê daxwaza welatê xwe ji bo berfirehkirina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî roja 18.07.2023ê li ser vexwandina fermî ya Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev serdana Bakuyê kirîbû.

Back to top button