ji Amerika telefona Barzanî kir
Serok Barzanî û Wezîrê Berevaniya Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka şerê Da’îş û hevkarîkirina Pêşmerge nirxandin Roja dûşem 11.07.2016 li peywendiyekî telefonî ya di navbera birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Ashton Carter Wezîrê Berevaniya Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka guhertinên meydaniyên dawî ya şerê terorîstên Da’îş û hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hevpeymanan û hêzên Iraqê li şerê terorîstan û her wiha hevkarîkirina Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê nirxandin.Her li vê peywendiya telefoniyê da Wezîrê Berevaniya Amerîka li berdewamî û pabendbûna welatê xwe ya ji bo hevkarîkirina hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê piştrast kir û xweşhaliya xwe jî li hemahengî û hevkariya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de nîşanda.Li beşekî dinê vê peywendiya telefoniyê da Serok Barzanî spasî artêşa Amerîka û hêzên hevpeymanan ya li piştevanîkirina Pêşmerge li şerê terorîstan kir û her wiha ji bo biryara Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka ya hevkarîkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de, pêzanînên xwe jî hebû.