Cîhan

Ji Amerika bo Iraqê: Rê li ber êrîşên li ser hêzên me bigire

Cîgira Serokê Amerîka Kamala Harris di çarçoveya Konferansa Ewlekariyê ya Munichê de hişyarî da Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û jê re got, Amerîka ji bilî ewlehiya karmendên wê ti pêşîneke wê ya din tune ye. Amerîka jî di dema pêwîst de dê berevaniyê li xwe bike.

Cîgira Serokê Amerîka daxwaz ji hikûmeta Iraqê kiriye ku rê li ber êrîşên li ser karmendên Amerîkî bigire.

Qesra Spî daxûyaniyekî de dibêje ku; Harris û Sûdanî li ser girîngiya parastina hêzên leşkerî yên Amerîka û Iraqî kirine û her du aliyan niyaza xwe ya berdewamkirina hevkariyên di warê aborî û enerjiyê de, tekez kirine.

Back to top button