Polîtîk

Erdogan:Ji 2003ê heta niha akile we li kû derê bû?

Serokê Tirkiye Tayib Erdogan tevlî sempozyomekî bû. Erdogan axavtinek kir û di axvtina xwe de behsa sonda ku di dibistanan de tê xwendin kir.

Wek tê zanin sonda nijadperestî li dibistanan de dihat xwendin û sala 2003ê hukumeta AK Partiyê ev sond ji dibistana rakirî bû. Piştî 16 sala dadgehek bilind ya bi navê Danistayê ev biryara hukumetê wek yasayî nedît û biryar girt ku divê ev sond cardin di dibistanan de bê xwendin. AKPê li himber vê biryarê ne rihetiya xwe da xûyakirin, lê hinek partiyên din taybetî MHPê dan xûyakirin ku dadgehê biryarek rast girtiye û divê hukumet vê biryarê cihbicih bike.

Erdogan di axavtina xwe de behsa vê biryarê kir û got:Me ev sonda hanê di çerçova paketa demokratikbûnê de rakir. Ji sala 2003ê heta niha hun li kûderê bûn?Gelo çima di vê derbarê de tu biryar nedan niha didin.Bibûrin ev mafê meye em vê pirsê bikin.Dema pêwist be millet şekama xwe li min dide, min ceza dike.Em dixwazin hun biryarên adilane bigrin.

Sonda ku dibistanan de dihat xwendin:

Ez Tirkim,  rastim, xebatkarim

Prensibên min parastina yên biçûk û rêzgirtina yên mezine.

Miletê xwe û welatê xwe ji xwe gelektir hijkirine.

Erke min ewe ku ez di rêya ku yê herî mezin Ataturk vekiri de herim û armancên dayin pêşîya me pêkbînim. Ez ji bo vê sond dixwim.

Bila heyina min bibe qurbana heyina Tirk.

Ez bebextiyarim ku Tirkim.

Back to top button