Ji %40 jin li Tirkiyeyê di rewşeke xerab a civakî de dijîn
Li gor nûçeyeke bernameya Auslandsjournal di kanala ZDF aelmanî de, ji %40 jin li Tirkiyeyê di rewşeke xerab a civakî de û din tirsê de, bi awayekî ku rojane jin ji aliyê mêr, bav û bira ve rastî lêdan û îşkenceyê tên, dijîn.
Çalakvana parastina mafê jinan Ayse Tükrükcü ku ew bi xwe jê yek ji qurbaniyên diyardeya ûideta li dijê jinan e û di jiyê 9saliyê de ji aliyê xêzana xwe ve hatiyr îşkence dan ji bernameyê navborî re behsa rewşa jinan li Tirkiyeyê dike û dibêje:
– Roj li pey rojê rêjeya (nisbe) şidetê li dijî jinan û rêjeya kuştinê di bin navê şerefê de ber bi zêdebûnê diçe.
– Diyardeya şidetê bi awayên neşirîn karekî rojaneye li Tirkiyeyê, tevî vê jî pirseke qedexeye û jin nikarin parastinê ji mafên xwe bikin.
Her şiqas berî mehekê Tirkiyê digel Yekêtiya Ewropayê, li ser parastina mafê jinan peymanek îmza kir da ku bibe endam ayekêtiya Ewropayê, lê rewşa jinan, dijî peyman û sozên hikûmetê nehatiye guhertin.
Pirsa mafê jinan yek ji wan pirsan e ku hilawîstî maye û nehatiye çareser kirin û ev pirs berdewam rûyê nedemokrasiyê Tirkiyeyê nîşan dide.
Bernameya navborî diyar dike ku 54 senterên parastina jinan li Tirkiyeyê hene, ev jî ji bo welatekî 70 milyon kesî, rêjeyeke hêm e. Di dema dadgehê jî de gelek caran needaletî heye û mêrên li dijê jinan şidet bikat tînin bi hêsanî ji bin cezaya derbas dibin.
Nûçe bi almanî:
http://auslandsjournal.zdf.de/ZDFde/inhalt/10/0,1872,8243978,00.html