Polîtîk

Barzanî:Divê kadroyên PDK ji pişt maseyan derkevin nav gel

Cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 9ê hezîranê bi berpirs û kadiroyên yên serokatiya wîlayeta Hewlêrê ya Partiya Demokrata Kurdistanê re civiya.

Nêçîrvan Barzanî di civînê de li ser rewşa Patiyê, rola kadiroyên wê û xwenûkirinê axivî û got:

– Gelek hokar hene ku dibine sedemên xurtbûna Parityê. Esasîtirîn fakter di vî warî de esasgirtina nêrînên xelkê ye,  lewre pêwîste em bi her awayî careke din vegerin ser nêrîn û pêşniyarên xelkê û pêwîste tevahiya kadiroyên Partîyê baweriya gel bi dest bixin û ji bo cîhbicîhkirina daxwaziyên wan pêwîste di nava dil û wêjdana gel de bin.

Birêz Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de daxwaz ji tevahiya kadiroyên Partiyê  kir û ot:
–  Bi mebesta bidestxistina wan armancan pêwîste kadiroyên Partiyê ji pişt maseyên  xwe rabin û derkevin nav cadeyan, di nava gel de xebatê bikin û nêrîn, pêşniyar û daxwazên xelkê bigehênine cîhên elaqedar û bêyî rawestan hewl ji bo bicîanîna daxwazên xelk bidin.

Nêçîrvan Barzanî di beşeke din ya axaftinên xwe de diyar kir û got:
–  Pêwîste ciwan û jin jî di nava partiyê de zêdetir bibin û pêwîste girîngiyeke taybet jî ji kar û xebatên wan re bê dayîn ji ber ku, gênc û jin du çînên xwedan bandoreke gelek serekene li ser civakê û paşeroja civaka me jî di destê wan deye.
Birêz Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de tekez li ser vê yekê kir ku, pêwîste tevahiya kadiro, sazî û rêxistinên Partiyê bi riha yek tîm kar bikin û” ”Divê hevahengiyeke temam di navbera rêxistinên PDKê û fraksyonên herdû parlamentoyên İraq û Kurdistanê û herdû hikûmetan (hikûmeta Kurdistan û hikûmeta federal) de hebe bi awayekî ku temamkerê armancên PDKê.

Nêçîrvan Barzanî her weha ev yek jî diyar kir ku, pêwîste helmeteke giştî ji bo perwerde kirina kardro û xebatkarên partî di warê kompiyoter û ITî de jî werê destpêkirin daku, fêde ji teknolojiya serdem ver bigirin.

Back to top button