Japonya di bin avê de ma
Li Bakurê Japonyayê erdhejik gelek bi hêz çêbû. Erdheja ku li Japonya çêbûyî di sedsala me de erdheja herî mezin ya 5-ê ye. Li gora agahdariyên nawenda jeolijîk li DYA hêza vê erdhejê 8.8 bû.
Ev erheja bi hêz 10 hezar metra di bin behrê de çêbû. Paytextê Japonya Tokyo 371 kilometrî ji nawenda erdhejê dûrê, lê cardin li Tokyo ava behrê bilind bû, bi gelek xusarên mezin çêbûne, ava behrê ya rabûyî her tiştekî didê berxwe û dibe.
Li Tokyo û gelek deverên din agir bi cihên girîng ketiye. Heta li gora nûçeyan Centralek ya Nukleer jî di xeterê deye û agir pê ketiye. Ev yek dikare bibe sedemê xirabiyên mezin.
Heta niha nayê zanin ku li nawenda ku erdhêj çêbûyî rewş çewene. Li gelek welatên din ketin alarmê de û ji bo bilinbûna ava behrê (Tsunami) xwe biparêzin. Niha çavê cîhanê li Japonyaye.