Cîhan
İYİ Partiyê serokê xwe yê nû hilbijart: Mûsavat Dervîşoglu
IYI Partiyê kongreya xwe ya awarte pêkanî. Seroka IYI Partiyê Meral Akşener ji bo serokatiyê nebû berbijêr. Tura yekem de tu berbijêra dengên pêwist wernegirtin.
Di tûra duyemîn a hilbijartinê de hezar û 158 delegeyan dengê xwe dan. Ji dengan 1152 deng derbasdar hatin dqebûlkirin.
Koray Aydin 565, Mûsavat Dervîşoglu 570 û Gunay Kodaz 3 deng stendin. Tolga Akalinê ku xwe ji namzetiyê vekişand 15 deng wergirtin.
Aydin û Dervîşoglu beşdarî tûra sêyemîn a dengdanê bûn.
Encama tûra sêyemîn wiha ye:
Müsavat Dervişoğlu: 611
Koray Aydin: 548