Îtaliya: Berxwedana pêşmerge li cem civaka navdewletî cîyê hurmet û qedirgirtinê ye
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, êvariya roja 01.02.2017ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Roberta Pinotti wezîra bergiriyê ya Îtaliyayê û şandeya pê re ku ji; sopasalar, balyoz, kunsul û fermandarên arteşê û diplomatkaran pêkahtibû, kir û wezîra Îtaliyayê berxwedanan xelk, hikûmet û pêşmergeyê Kurdistanê li dijî terorê bilind nirxadn û got ku ew berxwedan li cem civaka navdewletî cîyê hurmet û qedurgitinê ye, herwesa wê, tekîd li ser piştevaniya welatê xwe ji bo pêşmerge, bi tyabetî di warê meşiq û rahînanê û çareserkirina birîndaran de kir.Wezîra bergiriyê ya Îtaliyayê behsa têkeliyên xurt yên navbera Herêma Kurdistan û Îtaliya, serdana bingehên meşiq û rahînanê yên pêşmerge û hevkarî û hevahengiya di navbera pêşmerge û pisporên arteşa îtaliyayî de û xebatên Îtaliya yên ji bo nûjenkirina Bendava Mûsilê kir.Nêçîrvan Barzanî sipasiya hikûmeta Îtaliyayê kir ku her ji destpêka êrîşên terorîstên DAÎŞê hevkariyên leşkerî û însanî pêşkeşî herêma Kurdistanê dike û hevahengiya navbera Îtaliya û Herêma Kurdistan jî bilind nirxand û hêvî xwest ku, piştî azadkirina deverê ji terorîstan ew hevkarî û hevahengî berdewam be.Serokwezîr got ku ji bona rûbirûbûn û binbirkirina teroê hevahengiyeke gelek baş di navbera pêşmerge û arteşa Îraqa federalî de heye, lê di warê siyasî û warên din de heta niha tu pêşkeftin çê nebûne, berheviya Herêma Kurdistanê jî ji bona çareserkirina hemû pirsgirêkan bi rêya diyalog û danûstandinê diyar kir.