Cîhan

Îsrail:Hemasê “Xeletiyeke mezin kir”

î

Li gora ku, Dezgehê alîkariya bilez a Îsraîlê, Stêrka Sor a Dawidî radigihîne ,di êrişên çekdarên rêxistina Hemasê ya li dijî Îsraîlê de herî kêm 22 kesan jiyana xwe ji dest da.

Herweha li gora daxûyaniya artêşa Îsraîl, grûpên Filistînî yên li devera Xezayê ji gelek aliyan bi dehan roket avêtin Îsraîlê. Hinek roket ji aliyê sistema parastina hewayî ya “Qubeya Hesinî” ya Îsraîlê ve hatin pûçkirin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li navenda Îsraîl û herêma Tel Avîvê sîstemên hişyariyê hatine çalakkirin.

Artêşa Îsraîlê ji şêniyên nêzîkî sînorê Xezeyê xwest ku ji ber metirsiyên ewlehiyê ji malên xwe dernekevin.

Medyaya Îsraîlê jî ragihand ku Tel Avîvê jî di nav de li gelek herêman dengê sîrenên hişyariyê hatiye bihîstin.

Li gor çapemeniya Îsraîlê hin çûşek li bajarên Askalan (Aşkelon) û Usdudê (Aşdod) ketine.

Perwerde hat rawestandin

Wezareta Perwerde û Hînkirinê ya Filistînê bi daxuyaniyekê ragihand ku li hemû dibistanên Xezeyê perwerde heta daxuyaniyeke din hat ragirtin.

Li aliyê din, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant diyar kir ku Hemasê bi destpêkirina şerê li dijî Îsraîlê xeletiyeke mezin kiriye.

Gallant li ser êrişên mûşekî û operasyona Hemasê ya li dijî Îsraîlê peyameke vîdeoyî weşand.

Gallant di peyama xwe ya ku ji aliyê Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ve hat parvekirin de got:

“Hemasê vê sibekê xeletiyeke mezin kir û li dijî dewleta Îsraîlê şer da destpêkirin.

Leşkerên Îsraîlî li her derê li dijî dijmin şer dikin.”

Gallant bangî welatiyên Îsraîlê kir ku li gorî hişyariyên ewlehiyê tevbigerin û got ku Îsraîl “dê di vî şerî de bi ser bikeve.”

Tûgayên Îzzeddîn El-Qassam ê baskê çekdar ê Hemasê ragihand ku wan serê sibehê operasyona “Tofana Eqsayê” li dijî Îsraîlê daye destpêkirin û bi mûşekan êriş pêk anîn.

Back to top button