Cîhan

Îsraîlê Gigi Hadîd ji bo piştgirîya Filistînê şermezar kir

Tel Avîvê bertek nîşanî Hadîd da û got: “Şermezarkirina hikûmeta Îsraîlê ne antîsemîtîzm e”. Di nivîsa li ser rûpela hukûmetê ya Instagramê de, “Gelo hefteyek e tu xweş radizê?” hat gotin.

Hikûmeta Tel Avîvê modela Fîlîstînî-Amerîkî Gigi Hadîd bi ‘guhnedana êşên Cihûyan’ sûcdar kir.

Di nivîsa ku li ser hesabê fermî yê Înstagrama Hikûmeta Îsraîlê de ev daxuyanî hatin dayîn: “Gîgî, gelo hefteyek e tu bi rehetî razayî? An jî çavên xwe ji zarokên cihû yên ku di malên xwe de tên qetilkirin digirî? Bêdengîya we bi awayekî zelal nîşan dide ku hûn li ku ne. Em we dibînin”.

Modela 28-salî di nivîsa xwe ya dawî de bal kişand ser piştgirîya ji bo Filistînê û got: “Wek antîsemîtîzm an jî piştgirîya ji bo Hamasê xelet tê fêm kirin”.

Hadîd wiha got: “Tiştekî cihûyan ku Hikûmeta Îsraîlê ya li hember Filistîniyan dike tune. Şermezarkirina Hikûmeta Îsraîlê ne antîsemîtîzm e û piştgirîya Filistîniyan jî nayê wateya piştgirîya Hamasê”.

BI ANTI-SEMÎTÎZMÊ TÊ TAWANBAR KIRIN

Hadîd, par ragihandibû, ewê pereyê ku ji pêşandanên modayê bi dest xistiye, bide Ukrayna û Filistînê û bi antîsemîtîzmê hat sûcdarkirin. Hedîd got ku ewê “alîkarîya kesên ku di şerê Ukraynayê de zerar dîtine” bike û bi dahata xwe “piştgirîya kesên ku li Filistînê heman tiştî dijîn” bidomîne û gotibû: “Ji siyaset, nîjad û olê wêdetir, bila em hemû hevûdu wek bira bibînin. Di dawîya rojê de jiyana bêguneh bedêla şer dide, ne serok. Dest ji Ukraynayê berdin. Dest ji Filistînê berdin. Aştî. Aştî. Aştî”.

Balkêş e ?
Close
Back to top button