Cîhan

Îsraîlê Balyozxaneya Îranê ya Şamê bombe kir

 Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku Îsraîlê li dijî avahiya Konsolosxaneya Îranê ya li Şamê êrîşek hewayî pêk aniye û di encamê de 2 jê general 7 kes mirine.

Di çapemeniya Îranê de hat îdiakirin ku Îsraîlê li dijî avahiya Balyozxaneya Îranê ya li Şamê êrîşa hewayî pêk aniye û di êrîşê de 5 kes mirine. Artêşa Muhafizên Şoreşê ragihand ku di êrîşê de 2 jê general 7 kes mirine. 

Ajansa Tesnîm ragihand ku di encama êrişê de avahiya konsulxaneya Îranê ya li Şamê zirar dîtiye û li gor çavkaniyên herêmî 5 kesan jiyana xwe ji dest dane. 

Di nûçeya ajansa Sûriyê SANA de hat gotin ku avahiyek li Taxa Mezze ya Şamê ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatiye hedefgirtin.

Di nûçeyê de hat gotin ku “Pergalên paraztina hewayî hin fuzeyên dijmin ên li hewayê xistine”. 

Ajansa Tesnîm ragihand ku di encama êrişa hewayî de lîwa Mihemed Riza Zahidî, ku yek ji fermandarên Artêşa Pasdarên Şoreşê ye, jiyana xwe ji dest daye. Hat diyarkirin ku Zahîdî demekê efseriya Sûriye û Lubnanê yê Hêza Quds a girêdayî Artêşa Pasdarên Şoreşê kiriye. 

Back to top button