Îsraîl: Tirkiye pasaport û pereyan dide terorîstên Hamasê
Dîplomatkareke mezinê Îsraîlî ragihand, tirkiye pasaporta welatê xwe bi 12 endamên tevgera Hamasê daye û eve jî bi “hengaveke xerap” bi nav dike û balkişand li ser wê yekê ku hikûmeta welatê wan vê pirsê li gel berpirsên tirkiye guftûgo dike.
li gor Ajansa Reuters piştî çend rojek civîna di navbera Receb Teyîb Erdogan û hejmarek berpirsên Hamasê li Stenbolê, Roey Gilad Karbirêkerê Îsraîlê li tirkiye got: Sala derbasbûyî welatê wan bi Enqereyê ragihandibû ku tevgera Hamas çalakiyên terorîstane encam dide, lê belê tirkiye ti tevgerekê nekir.
Eve di demek daye li van salên dawî de nakokiyên di navbera Îsraîl û tirkiye serî hildaye, her çende peywendiyeke bazirganiya her du aliyan bi hevre baş girêdaye, lê belê li sala 2018 balyozên hevdû ji welatên xwe derxistin.
Roey Gilad got: Îsraîl belgeya tevahî bi dest ve heye ku tirkiye bi pêdana passaport û nasname hevkariya endamên Tevgera Hamasê dike, di demek da Yekîtiya Ewrupa, Amerîka û Îsraîl wê tevgerê bi rêxistineke terorîstî daye zanîn.
Her wiha Roey Gilad dawiyê de gotiye: Ew endamên Hamas ku passaporta tirkiyê wergirtine ji Stenbolê ve kirdarên terorîstî birêvedibin û peredayina wan kirdaran bi cîh tînin.