Cîhan

Îsrail têkiliyên xwe û Tirkiye ji nûve berçavre derbas dike!

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Elî Cohen roja daxûyakirin ku, Îsrail  dîplomatên xwe yên li  Tirkiyê vegeandine Îsrail û dibêje: “têkiliyên di navbera her du welatan de, dê ji nû ve bene binirxînin”

AK Partiyê li Stanbulê ji bo pişgiriya Xazayê bi navê Miting a Mezin a Filîstinê li darxist. Bi sedê hezaran insan tevlî vê mitinge bûn. Receb Tayib Erdogan beşdarî mitinge bû, axavtinek kir. Erdogan di axavtina xwe de bi tundî êrîşê Îsrail kir û gotinên gelek dijwar bi karanîn.

Erdogan diyar kir ku Îsraîlê bi kuştina sivîlan li Xezzeyê komkujî pêk anî û got, “Îsraîl 22 roj in sûcê şer dike. Em ê we ji cîhanê re weke sûcdarê şer îlan bikin. Em ji bo vê amadekariyê dikin. Divê çend jin û zarokên din bimirin? Mafê her welatekî heye ku xwe biparêze, lê edalet li ku ye? Li Xezeyê qetlîamek tê kirin. “Ew dixwazin bi birçîbûn, tîbûn û nebûna sotemeniyê gelê Xezayê bi komî tune bikin.”

  Erdogan berdewamiya axavtina xwe zimanekî tehdîtkar Îsrail tawanbar kir û got: “Min ji we re got Hamas ne rêxistineke terorê ye, Îsraîl pir aciz bû” û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hûn rêxistinek dagirker in. Miletê tirk vê yekê dizane. Em êrîşên li dijî sivîlan ên li ser xaka Îsraîlê jî guncaw nabînin. Şer xwedî exlaq û hiqûqek e. Armanckirina sivîlan di vê exlaqê de cih nagire. “Hûnê ji bo vê yekê zû yan dereng berdêlên giran bidin,” wî got.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Elî Cohen diyar kir ku piştî mîtîngê ew ê têkiliyên bi Tirkiyeyê re ji nû ve binirxînin.

Demek dirêj pêwendiyên diplomatik di navbera Tirkiye û Îsrail de ji bo helwesta Tirkiye li dijê Îsrail qut bibûn. Lê ji berî demekî cardin Îsrail û Tirkiye balyozên xwe rûkirin welatên hev û din av wan de cardin pêwendiyên diplomatik asta bilin de destpêkiribûn. Dixweyê cardin ev pêwendî di astek nivs de berdewam dibin.

Lê pirsek heye ku, mirov bi gotinek kevnareya Kurdî dikre behsa vê helwesta Tirkiye bike. “Tirkiye şûjina çavê xwe de nabîne, lê derziya çavê hevalê xwe de dibine…“

Back to top button