Îsrail: Serê fitnê Îrane
Li Îsrail piştî bûyerên dawî civînek gelek giring pêkanî. Kabineya Ewlehiya Îsrail ku ji 12 kesan pêktê civiya û di derbarê Îran û hêzên pişgiriya Suriye dikin nirxandinek kirin.Di civînê de wezirek Îsrailî axavtinek kir û li ser rewşa dawî û helwesta Îranê li dijê Îsrail sekinî.Li gora rojnama Îsrailî The Jerusalem post dide xûyakirin ku endamê kabineya Ewlekariyê û wezîrê perwerdeyê Naftali Bennett di konferansa dezgehê lêkolinê yê Ewlehiya Niştimanî de (INSS) axavtinek kir.Bennet axavtina xwe de Îran wek ahtapotekî bi nav kir û got: Rêxisytinên wek Hemmas û Hizbullahê çekilên Ahtapotêne. Dive em ji dev van milên Ahtapotê berdin û berê xwe bidin nawenda wê.Ayetollahên Îranî fermandarê hêzên Qudsê Qassem Süleymani rêkirin da ku hêzên nû ava bike û wan perwede bike. Niha jî wî rêdikin da ku nawendên mezin û beregeha ji bo wan avabikin.Îran ji bo vê milyara dolar serf dike û zererek mezin dide welatê me û miletê me. Dema berpirsên Îranê vê zererê didin me, ew di malên xwe de rihetî rûdinin.