CîhanRojev

Îsrail li Libnanê êrîşê bingehê hêzên girêdayî Îranê kir

Binkeyên Spaha Quds a taya Spaha Pasdaran a terorîst li derveyê welat, li başûrê Lubnanê ji aliyê Îsraîlê ve rastî bombaran esmanî û mûşekbaranê hat.

Binkeyên Spaha Quds a Spaha Pasdaran ku di bin navê hêzên Hizbullaha Lubnanê de ne, rastî êrîşa esmanî ya balafirên şer ên Îsraîlê hatin û tevî bombarana wan binkeyan, êrîşa mûşekî jî li ser wan binkeyan hate kirin û heta niha ti amarek ji hejmara kuştiyan û herwisa xisarên malî û cebilxaneya teqiyayî ya wan binkeyan, belav nebûye.

Piştî wan êrîşan dengê ambolansan hatiye bihîstin ku çûne cihê ku hatinî bombebarankirin.

Rejîma Îranê bo afirandina fitneyan û birêvebirina siyasetên şerxwazaneyên xwe di deverê de bûdceyeke taybet terxan dike û perê xelkê Îranê di wan cihan de tê xerckirin.

Arteşa Îsraîl li ser teqandina navend û binkeyên leşkerî yên girêdayê rejîma Îranê di Lubnan û Sûriyê de micid e û heta niha hejmareke zêde ji hêz û kesên girêdayê rejîma Îranê di wan welatan de kuştine û cebilxaneyên wan hêzan teqandine.

Back to top button