Serokwezîrê Îsrailê Netenyahu da xûyakirin ku,ew hewldidin li gel welatên Erebî pêwendiyên xwe baş bikin û bi vê mebestê jî ew serokên welatên Erebî yên dixwazin ku li gel Îsrailê hevdîtina bikin, em ji derê agahraiyên Raya Giştî li gel wan pêwendiya datînin.
Serokwezîrê Israil Netenyahu piştî hinek hevdîtinan li gel berpirsên bilind ên Amerikayê, daxûyaniyek da medyayê û behsa pêwendiyên Îsrail û welatên Erebî kir. Netenyahu da xûyakirin ku ew bi awayek nehînî hinek pêwendiyan li gel berpirsên hinek welatên Erebî datînin. Tê zanin ku hinek welatên Erebî vêca dixwazin pêwendiyan li gel Îsrail deynin û ew şerê sarê navbera wan û Îsrailê de heyî dawî bînin.
Îsrail û Emîratên Erebî hevdîtin kirin û di çavderiya Amerikayê de hewl didin ku pêwendiyên herdu welatan asayî bibin. Emîratên Erebî gava yekem boykot a li ser malên Îsrail rakir. Piştî vê biryarê dê Îsrail bikaribe hemû tiştekî bifroşe Emîratên Erebî.