Îsraîl: Îranê êrişeke nû da destpêkirin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan tespît kir ku ji Îranê li dijî axa welatê wan mûşek hatine berdan.
Di daxuyaniya artêşê Îsraîlê de hat ragihandin ku pergalên parastina asmanî hewl didin ku rê li ber êrişan bigirin.
Artêşa Îsraîlê ji xelkê xwest ku dema alarman lê xist divê ew biçin sitargehan û bila telîmatên Fermandariya Eniya Navxweyî jî bişopînin.
Çapemeniya Îsraîlê jî ragihand ku li aliyê navîn û bakur ê welêt alarm ketine dewrê.
Piştî êrişê heta niha ti zererên canî yan jî madî nehatiye ragihandin û tê gotin ku artêş derbarê geşedanan de daxuyaniyekê bide.
Îsraîlê 13ê Hezîranê tesîsên nukleerê yên li bajarên cuda yên Îranê bombebaran kirin û hinek fermandarên artêşa Îranê jî kuştin.
Artêşa Îranê bi mûşekên balîstîk bersiva êrîşên Îsraîlê da û ji Îsraîlê 24 kes hatin kuştin, ji 500î zêdetir mirov jî birîndar bûne.