Îsrail, Filistin û Kurdistan!
Ji roja propbleme Îsrail û Filistiniyan derketî holê heta niha tu projeyek ku, bikaribe vê pirsgirêkê bi awayekî çareser bike û aşitiyek di nava welatên Ereb, hinek welatên îslamî û Îsrailê de peyda bibe pêknehatiye.
Piştî şerê dawî di navbera Tevgera Hemas û Îsrail de destpêkirî rewş hêdî bi awayek din tê rojevê û gotubêj berê xwe ji rastiya heyî piraniya cara didin aliyekî. Tê zanîn ku, Tevgera Hemasê êrîşek berfireh û plankirî bir ser Îsraîl û gelek hemwelatiyên Îsrail di vê êrîşê de hatin kuştin û nêzî 300 hemwelatî jî wek dîl girtin û birin. Ev helwesta Hemasê bû sedemek bingehîn ku, Îsrail dest operasyonek berfireh li dijê Hemasê kir.
Hizbilaha Libnanê û Îran jî bi awayek çalak tevlî pêvajoya şer bûn û heta niha ev şer berdewam e. Gelek şiroveyên cuda li ser vî şerî têne kirin. Gelek welat li dijê Îsrail bûn xwedî helwest. Heta hinek welatan pêwendiyên xwe li gel Îsraîl qut kirin. Rewş gihat radeyekî ku Îranê ji axa xwe fûze avêtin îsrail. Armanca ku Îran û hinek welatên Ereb , wek ku ew dibêjin, ewe ku dewleta Îsrail ji holê rabe. Hinek cuhî jî behsa xewna Îarailiya mezin dikin. Ev herdu jî nabin.
Niha ew şerê ku Hemasê destpêkirî bû wek şerê Îsrail û Filistiniya. Ji xwe armanca Hemas û Îranê jî ev bû. Şer gihat astek trajîk, rewşa xelkê sivî li Xezayê xirabe, gelek kuştî û hene û Xezayek wêran peyda bûye. Şer gihat radeyekî cih bi cih alozî navbera Misrê û Îsrail de jî di deverên sinorî de derketin.
Tişta bûyî û rewşa şer vekiriye, niha şirove hemû li ser çareseriyek mayîn de têne kirin. Her tê gotin ku, dewletbûna Filistiniya çareseriya esasiye. Lê li vê derê pirsek derdikeve holê. Gelo Filistinî ji dewletbûnê re heta çi radeyê amade ne. Ji aliyek din ve dewleta Filistin dê çewe çêbe.
Tu cara Îsrail qebûl nake ku, dewletek serbixwe ya Filistinî li devera Şeria rojava û Xezayê pêkwerê. Eger Îsrail Xezayê ji filistiniya vale bike, yan jî filistiniyên Xezayê ne xwedî statuyekî bin û giradayî Îsrailbe yanî wek herêmekî Îsrailî bê îdarekirin, hingê Îsrail dikare dewletek serbixwe ya Filistiniya li Rojavayê Şeria nasbike. Dema vê jî bike, dê gelek mercên xwe deynê û bide qebûlkirin jî.
Lê li vê derê pirsek derdive holê. Gelo dê dewletbûna Filistiniya , awayê ku, Îsrail qebûl bike, çi bandorê li herêmê dike? Ev babet gelek girîng e û gerek bê gotubûj kirin. Yanî awayek vekirî, dê dewletbûna Filistiniyan û çareserkirina pirsgirêka Filistin û Îsrail bibe sedemek ku, dewletek Kurdî li herêmê bê avakirin.? Yanî mimkine ku statûya başûrê Kurdistanê ji federalî ber bi serxwebûnekî ve herê? Bê guman ev hemû pirsin û belkî jî senaryone. Lê gerek ev babet bi awayekî di rojevê de hebe.
Îsrail heta ewlehiya xwe li herêmê de li himber welatên Ereb û Îranê bi temamî garantî neke, nêzikî çareseriyekî ku dewleta Filistinî bê ragihandin nabe. Gelo ragihandina dewletek Kurdî li herêmê, ji bo Îsrail dikare bibe dîwarek a parastinê? Yan jî hizra vê yekê ji aliyê Kurdan ve tê kirin yan na?
Gerek ev pirs bi awayekî bê gotubûj kirin. Mimkine gelek kes vê yekê ji rastiyê dûr bibînin. Li Rojhilata Navîn rewş gelekî hesas e û heta hinek guhertinên xetên sinorî nebin tiştek çareser nabe.
Ew kesên ku, kurd jî di nav de dewletbûna Filistiniya dixwazin û li dijê dewletbûna Kurda derdikevin tu cara ji Kurdan re nabin dost û her demî wek neyarek weşartî dimînin. Lê gotina hinek tiştan gelek cara di warê siyasî de zehmete. Eger di nava mirov de jî hebe, lê nayê gotin. Ji bo vî jî baweriyek heye ku, her guhertineka xetên sinorî li herêmê dê bandora xwe li Kurdistanê bike.
Dêhinge rewş bi awayek din bê nirxandin.. Wek ku tê gotin : “ Herkes dua ji umeta xwe re dike.“
Nêrîn/Şirove