Cîhan

Îsraîl êrîşê Şamê kir

Îsraîlê êrîşên asmanî li paytexta Sûriyeyê Şamê da destpêkirin. Di êrîşan de, Qesra Serokkomariyê û Baregeha Serfermandariya Giştî bûn armanc. Encama êrîşan de 6 kes hatin kuştin û 28 kes birîndar bûn. Wezîrê Parastina Îsraîlê Katz daxûyakirin ku, eger artêşa Sûriye ji Siwêdayê venekişe, ew ê êrîşên tundtir bike.

Piştî êrîşa hewayî ya nîvro li ser Baregeha Serfermandariya Giştî li Şamê, artêşa Îsraîlê rêze êrîşên paşê da destpêkirin. Demên ku Baregeha Serfermandariya Giştî, ku gelek caran rastî êrîşan hatibû, ji aliyê kanalên nûçeyan ên Sûriyeyê ve bi zindî hatin kişandin. Balafirên şer ên Îsraîlê jî Baregeha Serokkomariyê kirin hedef. Piştî êrîşê dûmanek bi hêz ji baregehê bilindbû.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz, di postekê de li ser hesabê xwe yê X, diyar kir ku êrîşên wan ên li ser Sûriyeyê dê dijwartir bibin.

Katz di axaftina xwe ya li gel Durzîyan li Îsraîlê de got, “Hûn dikarin bawerbikin ku, dê Îsrail birayên we yên li Sûriyeyê biparêze,” û îdia kir ku ew û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dê soza xwe ya “parastina Durzîyan” bicîh bînin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di peyameke vîdyoyî de ku li ser hesabê X ê hatiye weşandin, ji welatiyên Îsraîlê yên Durzî re axivî. Netanyahu îdia kir ku rewşa li başûrê rojavayê Sûriyeyê xirab e û ji Durzîyan re bi bîr xist ku artêşa Îsraîlê bi hinceta “parastina Durzîyan” êrîşan dike.

Netanyahu ji Durzîyan re axivî û got, “Daxwazek min ji we heye. Hûn welatiyên Îsraîlê ne. Sînor derbas nekin. Dibe ku hûn werin kuştin an girtin.”

Netanyahu îdia kir ku Durzî bi derbaskirina sînor jiyana xwe dixin xetereyê û bi gotina “Vegerin malên xwe û bihêlin ku artêşa Îsraîlê tedbîran bigire”

Back to top button