Durziyên Îsrail dijîn derbasî xaka Sûriye dibin..
Bi dehan welatiyên Durzî ji Israîlê weke nerazîbûnekê li ser bûyerên Siwêdayê derbasî nava xaka Sûriyê bûn.
Li gorî malpera “Wala” ya Israîlî, êvara duh bi dehan welatiyên Durzî, ji gundê Mejdel Şems ji Israîlê derbasî nav xaka Sûriyê bûn.
Malperê da zanîn ku, leşkerên Israîlê li wir bûn û tu rêgirî li derbasbûna wan welatiyan nekirin.
Artêşa Israîlê jî ragihand, niha ew di wê hewlê de ne, ku hemû welatiyên xwe vegerînin welatê wan.
Şerûpevçûn berdewam in
Li goragahiyên deverê, heta niha şerûpevçûn di navbera hêzên hikûmeta veguhêz ya Sûriyê û girûpên çekdar û xelkên Swêdayê de berdewam in, bi sedan kuştî û birîndar ji herdu aliyan ve hene.
Ji aliyê xwe ve balafirên Israîl jî çend deverên parêzgeha Siwêda û Der´ayê bombebaran kirin, û hêzên hikûmeta Sûriyê kirin armanc.


