Yair Lapid serokwezîrê Îsraîl, di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de axavtinek kir û di axavtina xwe de behsa tehdîda Îranê kir û got: “Yekane rê ji bo rêgirtina li Îranê li hember berdewamkirina bernameya atomî ew e ku em gefa serbazî li şûna gotûbêjan bi kar bînin, tenê wê demê em dikarin rêkeftineke bi hêz li gel Îranê pêkbînin. Divê ji bo îranê zelal bibe ku eger berdewam be di bernameya atomî de, cîhan dê li şûna axaftinê, bi hêza serbazî bersiva wan bide. Şiyana me ya pêwîst heye û em natirsin ku bi kar bînin. Her karek pêwîst be, em ê encam bidin, Îran nikare bibe xwedî çekê atomî.”

Beriya niha Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid diyar kiribû, Îsraîlê kariye hewldanên zindîkirina rêkeftina atomî pûç bike.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: