CîhanRojev

Îsraîl dibêje ku hemû rêberên Cîhada Îslamî kuştine

Eve çend rojin şerek di navbera Tevgera Cîhada Îslamî û hêzên artêşa Îsrail de berdewam e. Li gora agahdariyên medya yê, rêxistina Cîhada Îslamî heta niha 480 roket avêtine Îsrail, Îsraîl jî bersivek tund da û li Xezayê baregehên Cîhada Îslamî bombebaran kir.

Arteşa Îsrail da xûyakirin ku, zarokên kampa Cebeliya bi avêtina roketêka Cihada Îslamî ya têkçûyî hatine kuştin û ew ne êrîşûn Îsrailî hatine kuştin.

Herweha  artêşa Îsrail piştrast kir ku şeva Şemiyê berpirsê pilebilind ê Cîhada Îslamî Xalid Mensûr di êrîşeke asmanî ya Îsraîlê de hatiye kuştin û li gorî zanyariyên artêşê, hemû berpirsên pilebilind ên Cîhada Îslamî li Xezayê ji roja Înê ve ku Operasyona Çiqlê Zeytûnê dest pê kir, hatine jinavbirin.

Cîhada Îslamî ya Filistînê jî mirina Mensûr di êrîşa hewayî ya artêşa Îsraîlê serê sibê bi daxûyaniyekî piştrast kir.

Di derbarê kuştina berpirsên pilebilin ên Cîhada Îslamî de berpirsê operasyonê general Oded Başîok derengiya şêva şemiyê da xûyakirin ku, berpirsê payebilind ê Cîhada Îslamî Xalid Mensûr bû armanca êrîşan û hat jinavbirin. Wî got jî ku “li gorî îstixbarata me…hemû berpirsên ewlekarî yên bilind ên Cîhada Îslamî ya Xezayê hatine jinavbirin.”

Back to top button