Polîtîk

Ismail Beşikci doktoraya rûmetê wergirt

Dr Ismail Beşikci Sosyolog û Nivîskarê navdar ji Zanîngeha Bogazici ya Stenbolê ve doktoraya rûmetê wergirt. Nivîskar Beşikci ku 36 kitêb nivîsîbûn, 32 ê wan kitêban ji aliyê Dadgehên Tirkiyê ve hatibûn qedexekirin.

Beşikci heşt caran li girtîgehê de ma û 17 salên xwe li girtîxaneyan de derbas kir. Ji aliyê dadgehên Tirkiyê ve ji bo Beşikci 100 sal bendkirin û 10 milyar pereyê Tirk dihate xwestin. Ev Doktoraya rûmetê ku ji aliyê Zanîngeha Bogazici ya Stenbolê ve hatiye dayîn tê wê wateyê ku sîstema akademika Tirkiyê êdî dev ji politikayên inkarkirin û reşkirinê berdaye û daxwaza lêborînê dike.

Beşikci li vê rêwresma doktoraya rûmetê de got: “Zanist azadiya şaşkirin û xeletkirinê, gotina tiştên qedexekirî ye.”

Hêjayî gotinêye ku îsal ji aliyê Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ve Beşikci xelata Barzaniyê Nemir wergirtibû.

 

Back to top button