Polîtîk
Îsal li Kerkûkê 20 bîrên nû yên neftê vekirine
Çavkaniyek ji kompanya Nefta Bakûr dide zanîn ku li destpêka sala 2013 ve tîma teknîkî û endazyariyên kompanyaya wan kariye 35 bîrên neftî veke ku 20 ji wan bîran de heye û li gel ewe jî heşt bîrên neftî ku berê hebûn hatine nûjenkirin.
Her wiha heman çavkanî dide zanîn û dibêje: Ew bîrê neftiyên ku niha hatine vekirin, dikevin kêlgehên (Xebaz, Kerkuk, Cimbur û Bay Hesen) ku mebesta lêdana van bîrên neftiyan, ji bo bilindkirina asta şandina nefte ku armanca kompanya Nefta Bakûre.
Her wiha got: Kompanya Nefta Bakur ku nefta xava Kerkûke û li gel parêzgehên dinê Kurdistanê li rêya bendera Ceyhana Tirkiyê ve dişînin derveyê welat.