Îsal dê 26 hezar xwendekar bên qebûl kirin.
Wezîrê xandina bilind û lêkolînên zanistî yê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ji çapemeniyê re eşkere kir ku îsal ji bo sala xandina 2011-2012ê li zanîngehên herêma kurdistanê dê 26 hezar xwendekar bên qebûl kirin.
Dilawer Elaedîn wezîrê xandina bilind û lêkolînên zanistîli dor rewşa îmkanên wergirtina xwendekarên yên zanîngeh û peymangehên herêma Kurdistanê de got:
– Zanîngeh û peymangehên herêma Kurdistanê îmkanên wergirtina 26 hezar xwendekaran heye. Li zanîngeh û peymangehên hikûmî 21 hezar xwendekar û li zanîgehên ehlî jî 5 hezar xwendekarên tên qebûl kirin.
Elaedîn got ku ji ber kêmiya îmkanên zanîngeh û peymangehan îsal 10 hezar xwendekar nayên wergirtin.
Wezîrê xandina bilin û lêkolînên zanistî yê hikûmeta herêma Kurdistanê got ku, ji bona ku zêdetir xwendekar bên wergirtin, ew hewil didin ku îmkanên zanîngeh û peymangehên Kurdistanê baştir bikin.
Weke tê zanîn wernegirtin û qebûlnekirina xwendekaran li zanîngeh û peyamngehan li herêma Kurdistanê pirsgiêkek gelek mezin. Parsal jî bi hezaran xwendekar li zanîngehan nahtbûn qebûl kirin û xwendekaran gelek xwepêşnandan li dijê wezareta xandina bilind û lêkolînên zanistî kirin.