Civak

Îro salvegera koça dawî ya çayçiyê Kurdistanê ye

Çayçî ku li civaka Kurdistanê de xwedî roleke mezin ya xizmetkirina xelkê de dibînin, dîroka Kurdistanê de jî taybetmedî, rêz û hezkirina wan ya cûda heye. Her wiha divê em ji bîr nekin ku ew kesê cara yekemîn navê PÊŞMERGE ji bo leşker û şerwanên Komara Kurdistanê li Mehabadê pêşniyar kiribû dîsa çayçiyeke Kurd û Kurdistanê bû.

Helbet gelek bajar û bajarokên Kurdistanê çendîn çayçiyên navûdeng hene. Yek ji wan çayçiyên navûdeng jî Mam Xelîle ku li Hewlêra paytexta Kurdistanê çendîn salên dûr û dirêj xizmeta xelkê Kurdistanê kiriye. Li rojekî wekî îro da berî çar salan Mam Xelîlê Çayçî li bajarê Hewlêrê koça dawî kir û bi koçkirina xwe xelkê paytext û mîhvandarên paytextê xemgîn kir.

Li vê çar saliya koça dawiya Mam Xelîlê Çayçî de wî bi rêz û hûrmetê ve bi bîrtînîn û ji xwedayê mezin hêvî dikîn ku hemû xizmetkarên Kurdistanê bi bihûşta xwe fireh şad û bextewer bike.

Balkêş e ?
Close
Back to top button