Îro roja jîngeh û xwezaya Kurdistanê ye
Parlemena Kurdistanê rûniştineke roja 7ê Nîsana sala 2008 bi biryara hejmara yek ya sala 2008 roja 16ê Nîsana hemû salekê bi roja xweza û Jîngeha Kurdistanê diyar kir.
Diyarkirina roja 16ê Nîsanî wekî roja Jîngeha Kurdistanê vedigerê ser rêkefta yekem êrîşa çekê kîmyayî ji aliyê rejîma Be’esa Iraqê ve ku li 16ê Nîsana sala 1987 Şêx Wesanan û Balîsan û gundên wan navçeyan bi çekên kîmyayî bombebaran kir û ziyaneke mezin bi jîngeha Kurdistanê jî gihand.
Ji bo wê yekê hemû salek li vê rojê da dam û dezgehên Hikûmetê û welatî bi çandina şitil û nemam û çalakiyên dinê jîngeh parêziyê, roja jîngehê bilind radigrin.
Îsal jî ji ber belavbûna şewba Korona û rêkarên xweparêzî û rêgirî kirina tûşbûna welatiyan bi vê şewbê çalakiyan li astekî kêmtir da birêvediçin.