Îrfan Kerkûkî: Em rola Serok Barzanî tu carî ji bîr nakin
Serokê Tirkmenan Îrfan Kerkûkî got: “Eşkere bê kî li Kurdistanê piştgiriyê dide mafên me û kî me hembêz dike. Wek Tirkmen em vê tu carî ji bîr nakin. Em bi şanaziyê dibêjin, emê di hilbijartinan de dengê xwe bidin partiyên ku rêzê li mafên pêkhateyan digirin. Em tu carî rola birêz Serok Barzanî ji bîr nakin“.
Piştî biryara Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê, mesîhî û Tirkmenan biryar dan ku beşdarî hilbijartinan nebin.
Ji Partiya Reform a Tirkmen Muna Kahvecî jî diyar kir ku heta pergala kotayê neyê vegerandin ewê beşdarî hilbijartinan nebin.
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Tirkmen Îrfan Kerkûkî jî diyar kir ku ewê di hilbijartinê de piştgiriyê bidin partiyên ku mafên pêkhateyan diparêzin. Cîgira Serokê Partiya Çaksazî ya Tirkmenî Muna Kahvecî got: “Me bi hev re biryar da ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê boykot bikin, heta ku sîstema kotayê li rewşa xwe ya yasayî vegere”.
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Tirkmen Îrfan Kerkûkî jî di derbarê kotayê û biryara Dadgeha Federal a Iraqê de got: “Eşkere ye bê kî piştgiriya mafên me yên li Kurdistanê dike û kî me hembêz dike. Wek Tirkmen em vê tu carî ji bîr nakin. Em bi şanaziyê dibêjin, emê di hilbijartinan de dengê xwe bidin partiyên ku rêzê li mafên pêkhateyan digirin. Em tu carî rola birêz Serok Barzanî ji bîr nakin“.
Li Herêma Kurdistanê 11 partiyên siyasî yên Tirkmenan hene. Di nav van partiyan de yekane partiya ku heta niha di derbarê hilbijartinê de biryar nedaye Eniya Tirkmen a Iraqê ye.