Bi gulekê nebe buhar jî, bêhna gulê mizgînîya buharê ye

Yanî, dixwest nakokî û şerê ku di paşerojê de di navbera her du alîyan de çêbûye bên ji bîr kirin û rûpelek nû û aştîyane di navbera her du hêzan de bê destpêkirin.
Nûrî Çelîk
Namzedê Êlihê Mêhdî Oztuzun ji Partîya DEMê hat îxrackirin. Çima ku wêneyê wî û namzetê HUDA-PARê Serkan Ramanli li kêleka hev derketibû, ev yek di nava DEM partiyê de bû sedema nerazîbûn û nîqaşan.
Serkan Ramanli û Mêhdî Oztuzun ji berê de hev nas dikirin, dema Oztuzun hatibû girtin Ramanli parêzeriya wî jî kiribû. Yanî, têkiliyên dostanî û Kurdayetî ferq nexistibû navbera îdeolojî û helwestên siyasî. Mesele wefa û wefadarî bû. Yek ji DEMê û yek jî ji HUDA-PARê bû. Lê di encamê de her du jî Kurd bûn û wek Kurd li hev xwedî derketibûn. Û di esasê xwe de ji Kurdan re jî ya herî girîng û pêwîst ev e, yanî Kurdbûn e, Kurdayetî ye.
PKK tucarî ne bûye partîyek Kurd û Kurdistanî, partîyek îdeolojîk e û tehamilî rexne û dîtinên cuda nake. Kesên ku wê rexne bike yan li dij wê derkeve, yan bi xiyanetê îtham dike, yan dikuje, yan jî bi sedemên din wan dûrî civaka Kurd dike. Ji roja derketiye û heta îro bi vê îdeolojî û helwestê şerê Kurdan kiriye û îro jî dike. Yanî, tucarî yekîtîya Kurdan naxwaze, bixwaze jî di bin serokatî û îdeolojîya xwe de dixwaze û vê yekê jî li gor plan, proje û berjewendîyên xwe dike.
Wekîl û namzetê Êlihê yê HUDA-PARê Serkan Ramanli di hevpeyvînek xwe de gotibû „HUDA-PAR ne Hizbûllah e û DEM jî ne PKK ye“. Bi van gotinan destê aştî û bratîyê dirêjî alîgirên DEMê kir û di çend gotinên xwe yên din de jî behsa„bratî, hevkarî û aştîya nava Kurdan„ kir û got „brînên me qemûşk girtine, em naxwazin carek din wan brînan der bikin„. Yanî, dixwest nakokî û şerê ku di paşerojê de di navbera her du alîyan de çêbûye bên ji bîr kirin û rûpelek nû û aştîyane di navbera her du hêzan de bê destpêkirin. Lê armanc û karakterê PKK ne aştîya navbera Kurdan lê domandina şer û dijberîya navbera Kurdan e. Ji ber vê jî, heta jê tê xwe ji hewldanên aştîya navbera Kurdan dûr dixe û kesê ku aştîya navxweyî dixwaze jî dixe nav kom û kategorîya dijmin.
Namzetê Hevşaredarîya Êlihê yê Partiya DEMê Mehdî Oztuzun, piştî îxrackirina ji partiyê daxuyanîyek balkêş da.
Mehdî Oztuzun di derbarê îxracê de got: “Me nikarîbû em siyaseta bûrjûwazî bikin. Me hewl da ku ji gelê feqîr (Kurd) re bibêjin nebin dijmin, şer nekin. Ev e sûcê me. We go ceze? Emê bi kêfxweşî bikşînin. Me xwest ku em dêr têxin qula kunmozê. Ji xeynî berjewendiyên gelê me yê belengaz tu fikrên me yên cuda tunebû. Me hewl da ku zarokên wan nemirin. Me dizanîbû ku emê birûskê bikişînin ser xwe. Mixabin em bi ser neketin. Dema zarokên feqîran dimirin, heger kesên din li ser pişta wan dewlemend bibin û bibin xwedî meqam, ji ber têkçûna me ye. Em lêborîna xwe ji gelê xwe dixwazin. Xelkê me dadwerê herî baş e”.
Di gotinên Mêhdî Oztuzun de jî eşkere dibe ku ew alîgirê aştî û bratîya navbera Kurdan e, li dijî şer e, siyaseta bûrjûvazîya nava DEMê qebûl nake, dar xistiye qula kunmozê, wî tenê berjewendîyên Kurdên belengaz paraztiye û çi ceza bê dan ewê bi kêfxweşî cezê xwe bikşîne.
Di îxrackirina Mêhdî Oztuzun de carek din eşkere bû ku wefa û wefadarî li cem PKK û rêxistinên wê tuneye. Tu sed salî jê re bixebitî jî, gava li hesabê wê neyê te wek paçik diguvêşe û davêje dera han.
Di gotinên Mêhdî Oztuzun de du hevok pir balkêş in. “ Em bi ser neketin“ û “Em lêborîna xwe ji gelê xwe dixwazin“.
Biserneketin helbet ne di destê meriv de ye. A girîng hewldan e. Carna meriv hewl dide bi ser dikeve, carna jî hewl dide lê bi ser nakeve.
Mêhdî Oztuzun û Serkan Ramanli hewlek dan, hewla aştî û bratîya navbera Kurdan (navbera herdu hêzan, DEM û HUDA-PAR). Lê ev hewldan li hesabê PKK, li hesabê bûrjûwa û meqamperestên nava DEMê û helbet li hesabê dest û hêzên kûr û tarî nehat. Nêzîkbûna DEM û HUDA-PARê tê wateya nêzîkbûn, aştî û yekrêzîya navbera Kurdan û ev jî bêguman li hesab û xweşîya gelek alîyan nayê.
Wek min li jor jî got, a girîng ne biserneketin e (helbet meriv dixwaze biser bikeve), a girîng hewldan û gavavêtin e. Divê ev hewldan zêdetir bibin, gav zêdetir bên avêtin. Ne tenê Serkanek û Mêhdîyek, divê bi sedan, bi hezaran Serkan Ramanli û Mêhdî Oztuzun ji nav Kurdan derkevin û aştî û bratîya navbera Kurdan ji xwe re bikin hedef.
Her çiqasî bi gulekê nebe buhar jî, bêhna gulê mizgînîya buharê ye û wê ew bêhn gav bi gav, kêlî bi kêlî bibe bêhna aştî û bratîya Kurdan û li seranserê Kurdistanê belav bibe.