Iraqê dest bi anîna elektrîkê ji Tirkiyê kir
Serokwezîrê Iraqê Mihemed El Sûdanî ragihand ku projeya ku 300 megawat elektrîk ji Tirkiyeyê tê Iraqê dest kar kir. Sudanî daxûyakirin ku , wê vê elektrikî bidn Musil, Seleheddin û kerkûke.
Xeta veguheztina elektrîkê ya ku ji bo 20 salan di navbera Tirkiye û Iraqê de hatibû plankirin, ket meriyetê. Tê çaverêkirin ku ev yek alîkariya Iraqê bike ku bi qutbûna elektrîkê re rû bi rû nemîne. Di daxuyaniya hikûmeta Iraqê de hat ragihandin ku ji Tirkiyeyê bi rêya xeteke dirêjahiya 115 kîlometreyan elektrîk ji santrala elektrîkê ya li rojavayê Mûsilê re tê dayîn. Di daxuyaniya ofîsa Serokwezîrê Iraqê Muhammed El Sûdanî de hat gotin ku dê 300 megawat elektrîk bi rêya xeta mijara gotinê ji parêzgehên Nînowa, Selahedîn û Kerkûkê re bê dayîn û ev gav jî tê wateya ku proje ku ji sala 2004ê ve hatiye paşxistin, dê Iraq bikaribe bi torên cîran ve girêbide û tevlî sîstema enerjiya herêmê bibe
Binesaziya Iraqê piştî bi dehan salan ji şerên cuda di rewşeke xirab de ye. Li welatê ku pir caran qutbûna elektrîkê diqewime, bi taybetî li cihên niştecihbûnê ku havînê pileya germahî digihêje 50 pileyî, nexebitîna sarinc û klîmayê di jiyana rojane de dibe sedema pirsgirêkên mezin.