CîhanPolîtîk

Iraq û Suriye parçe dibe

Receb Tayib Erdogan bi serdanek fermî li Pakistanê bû. Di civîna parlemento û senetoya Pakistanê de axavtinek kir. Erdogan di axvtina xwe de behsa rewşa Tirkiye û herêmê kir.Di beşek axavtina xwe de Erdogan got: DAÎŞ tu pêwendî bi îslamiyetê re tuneye. Em li Iraqî, Suriye û Tirkiye şerî DAÎŞê dikin.Erdogan got ku welatên Rojava piştevaniya rêxistina terorist a DAÎŞ dikin.Di axavtina Erdogan de ya herî balkêş ewbû ku got: Iraq , Suriye, Libya û Efxanistan perçe dibin.Erdogan û Tirkiye di her gotarê de bahsa yekitiya axa Iraqê û Suriye dikin. Tu cara behsa parçebûna van welata nekirine. Ev cara yekeme ku berpirsek yê Tirkiye, serokkomar Tayib Erdogan behsa parçebûna Iraq û Suriye dike.Ev yek wek guhertinek ya Tirkiye di siyaseta herêmê de hat şirove kirin.

Back to top button