Iraq piştî 27 salan serjimêriya awarte dike
Iraq piştî 27 salan serjimêriya pilot a ku ji “mezhebperestî û neteweperestiyê” dûr e dike. Serjimêrî wê sibê dest pê bike. Hikûmetê soz da ku daneyên serjimartinê veşartî bimînin.
Iraq piştî navberek 27 salî sibê dest bi serjimêriya pilot a berfireh dike. Li gor rayedarên ku ji çapemeniyê re axivîn, wê serjimêrî ji “mezhebperestî û neteweperestiyê” dûr bê girtin.
Di serjimêriyê de wê şert û mercên jîyana civakî ́ bê ser zimên û ol jî wê li ber çav bê girtin. Ger hikûmet serjimêriya pîlot pêk bîne, wê di 20ê Mijdarê de serjimêriya fermî bide destpêkirin. Di dawiyê de, piştî serjimêriya ku di sala 1997 de hat kirin û hikûmeta Herêma Kurdistanê tê de nebû, wê yekem car serjimêriyek fermî bê kirin.
Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Plandanînê Muhammed Temîm doh ragihandibû ku wê serjimêriya pîlot li Herêma Kurdistanê de jî bê kirin. Temîm soza ‘misogerkirina nepenî û nepenîtiya daneyan’ da.
Berdevkê Wezareta Plandanînê Ebdulzehra El Hindawî jî di daxuyaniya xwe de weha got: “Armanca serjimartinê ne naskirina netewe û pêkhateya mezhebî ya gel e. Ev her du taybetmendî di forma taybet a agahdarkirina hemwelatiyan de nehatine gotin. Lê belê wê ola mirovan li ber çavan bê girtin”.