Polîtîk

Îraq pere nade Kurdistanê jî hinardekirina neftê ragirt

 

Rawêjkarê wezareta samanên wezayî ya hikûmeta  Kurdistanê Elî Belo di daxuyaniyekê de ji Rûdwê re got ku, hikûmeta  Kurdistanê hinardekirina petrolê bo derve rawestandiye û sedemê rawestandina hinardekirina petrolê wiha diyar kir: “Rêkeftina petrolê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji aliyê rêveberiya Bexdayê ve tê binpêkirin.”

Elî Belo got jî ku, hikûmeta Bexdayê pereyên şîrketên petrolê nade ev yek jî, li herêma Kurdistanê, yekser bandorê li ser hilberîna petrolê dike û dibe sedemê ragirtina hinardekirinê jî. Belo, diyar kir ku ev helwesta Bexdayê bandoreke neyînî li aboriya herêma Kurdistanê û ya Iraqê jî dike.

Li gorî rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de diviyabû hikûmeta navendî ya Iraqa Federal trîlyonekê dînarê Iraqî destheqê şîrketên petrolê yên biyanî yên ku li herêma Kurdistanê di ware neftê de kar dikin, radestî hikûmeta Kurdistanê bike, lê belê, li gor daxuyaniya rawêjkarê wezareta samanên xwezayî,  heta niha tenê 650 mîlyar dînarê Iraqî (nêzîkî 550 mîlyon dolar) hatiye radestkirin. Her wiha diviyabû li beramberî vê yekê jî hikûmeta Kurdistanê rojane 200 hezar bermîl hinarde bike

 

Back to top button