Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn, Joey Hood da xûyakirin ku;Amerika ji aliyê serbazî û darayî ve li Iraqê dimîne û got ku, Iraq ji bo asayîşa niştimanî ya Amerîkayê girîng e.
Joey Hood rdi daxûyaniya xwe de dibêje:;Çar meh maye ku Amerîka ji Iraqê vekişe, ji bo vê yekê ligel aliyan gotûbêj dike, da ku bi temamî DAIŞê ji nav bibin heta dema ku dimîne. Washington ji nêz ve çavdêriya hilbijartinên pêşwext ên Iraqê dike, ku biryar e di 10ê Cotmeha îsal de birêve biçe, ji bo vê yekê jî piştevaniya darayî dide hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî.
Herwiha eşkere kir; Amerîka li Iraqê dimîne û di alîkarîkirina serbazî û darayî de bo Bexdayê berdewam dibin, ji ber ku Iraq yek ji wan welatan e ku ji bo berjewendiyên Amerîkayê li navçeyê, girîng e.