Ji bo operasyonên artêşa Tirkiyê li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê, Wezareta Derve ya Iraqê bangî balyozê Tirkiye yê li Iraqê kir û ne razîbûna Iraqê ji bo van operasyona dane dîyarkirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê, ji ber binpêkirin û destdirêjiyên berdewam ên artêşa Tirkiyê, Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê bo wezaretê hatiye bangkirin.
Hat ragihandin ku wezaretê bi zimanekî tund nerazîbûna xwe radestî Balyozê Tirkiyê kiriye û daxwaz kiriye ku dest ji reftarên bi rengî û binpêkirinan berdin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Hikûmeta Iraqê daxwaza xwe ya ji bo vekişîna hemû hêzên Tirkiyê ji nav axa Iraqê nû dike, bi awayekî ku pabend bibe bi rêzgirtina li serweriya wê ya niştimanî.
Herwiha eşkere dike: “Li vi em bi bîr tînin ku hebûna piraniya çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li bakurê Iraqê, di encama rêkeftineke navbera PKK û hikûmeta Tirkiyê de ye, di heman demê de em redkirin û nerazîbûna Iraqê jî nîşan didin ku em destdirêjiyên Tirkiyê li nav axa Iraqê dibînin.”