Iraq dixwaze S400 ya Rusî bikire
Lîjneya Navxweyî û Berevaniya Civata Nûnerên Iraqê raporek ji bo kirîna sîstema dijî mûşekên S400 yên Rûsî amade kiriye.
Bedir Ziyadî Endamê Lîjneya Navxweyî û Berevaniyê ya Civata Nûnerên Iraqê ragihand: Rapor ji aliyê lîjneyê ve hatiye berhevkirin û pêşkêşî Serok Wezîrê Iraqê kirine. Raporê da hatiye daxwazkirin ku Iraq sîstema dijî muşekî ya S400 Rusî ji bo parastina welat bikire.
Her wiha Ziyadî Endamê Lîjneya Navxwe ya Civata Nûnerên Iraqê diyar kir yek alîkirina pirsa kirîna sîstema dijî muşekî dikeve stuyê Hikûmeta bê ya Iraqê ku biryare Mistefa Kazimî pêkbîne.
Eve di demek daye ku Amerîka hemû tevgereke ji bo rêgirtinê ji wan welatên hevpeyman û dost dixwaze ku sîstema Rusî nekirin û du sîstemên dijî muşekî yên Patriot li Iraqê û Herêma Kurdistanê bi cîh kirine.