Siyasetmedarê ereb Îzet Şabender di derbarê rewşa Iraqê bi ştî nirxandinekî dike û taybet ji bo Kurdistanê jî serxwebûnê dixwaz e. Di vê derbarê de nûçeya Basnews bi vê awayiye: Siyasetmedarê serbixwe Îzet Şabender diyar kir ‘’ Sed salê derbasbûyî de Sûnneyan yêkparebûna Îraqê parast, lê Siyaseta Şîeyan di 13 salê derbasbûyî de Îraq kavil kiriye’’ Herwaha Şabender diyar kir: ‘’Bi çi awayekê hikûmet nikare Rûmadî awabike, paşvegera hemwelatiyan carekedin bo Rûmadî û carekedin awahî û cihên xwe çêkirina wan gelek zihmete. Pirsgirêkên herî esasî piştî ku DAİŞ li Rûmadî hate derxistin wê taze destpêbikin.’’ Şabender di berdewama axaftina xwe de dibêje: ‘’Ji ber ku hikûmet alîkariya gel nake, ew hêzên din yên ku Îraqekî hatî dabeşkirî dixwazin alîkariya gel dikin û daxwaza wan yan dabeşkirina Îraqê jî dibe daxwaza gel. Bi şertê ku daxwaza herêma serbixwe bikin alîkariya gelê Rûmadî dikin. Hikûmet jî nikare pêşî li vê daxwazê bigre, ji ber ku wek rastiyek ew hêza wî nîne û hikûmet bixwe rê lê pêş wî tiştî wekiriye.’’ Şabender got: ‘’Li pêş Yêkpare mana Îraqê demek pir zihmet heye, heger siyasetmedar bilez li wê xeteriyê agahdar nebin û Rûmadî bibe herêmek serbixwe, gelê Basre û nawerasta Îraqê çima hêviya tiştek din bin. Nêrînamin karesat din av başûr de rûdide, berî vê dinawa Sûnne-Sûnne yan jî Kurd-Sûnne da.’’ Di derbarê bi herêm kirina nawçeyên Îraqê de Şabender got: ‘’Heger waha bibe Erebên Îraqê binkevtin di destûra bingehînde. Revabûna Herêma Kurdistan naskirin, vî demê ne dizanîn ew çiye, ji ber vê yêkê naha baca vê didin. Em naha ji cûda bûna Kurdistan natirsin bibe dewletek serbixwe, em ji vê ditirsin ku Îraq bibe gelek herêmên bi tayfeyî.’’ Herwaha Îzet Şabender got: ‘’Ez çi pirsgirêkek nabînim ku Îraq wek welatek, Kurd jî wek welatekî serbixwe dewleta xwe awabiken. Li gor mafê çarenûsî ev mafê Kurda ye. Lê heger Îraqê de Ereb dabeş bibin wek tayfe eva pirsgirêkeke mezine.’’
Pêş
01/07/2025
DEM operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê şermezar kir.
01/07/2025
Serokê şeredariya Îzmirê yê berê hate binçavkirin
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Divê mijar ne tenê danîna çekan be!30/06/2025