Iraq bersiva Amerika dide
Balyozxaneya Amerika li Iraqê di derbarê rewşa Heşda Şeibî û pêwendiyên vê rêxistinê li gel Îranê daxûyaniyek belav kirîbû.
Balyozxana Amerîkî daxwaz dikira ku Heşda Şeibê bêne bêçekkirin û dabû xûyakirin ku divê dawî bi destwerdana Îranê ya li Iraqê bê.
Wezereta Derve ya Iraqê di daxûyaniyekî de bersiva Amerika dide. Berdevkê Wezereta Derve ya Iraqê Ehmed Mehcub daxûyaniyek ragihand û dibêje:Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê destdirêjiyê li ser çanda dîplomatîk û rêzgirtina hevbeş dike.
Berdevkê Wezareta Derve da xûyakirn ku, Iraq li dijê destwerdana Îranê ya karê navxwe yê Iraqêye.Herweha berdevkê Wezareta Derve dibêje ku ew taybetî li dijê destwerdana Îranê ya di nava Heşda Şeibî de ne.
Tê zanîn ku Heşda Şeibî bi pişgiriya Amerika hate damezirandin û Amerika çekên giran dan vê rêxistinê û Milîsên Şîe li Iraqê çekkirin û di vê derbarê de li gel Îranê hevkarî kirin. Her ev Heşda Şeibî bû ku Kerkûk dagir kir û li gel artêşa Iraqê bi çekên Amerikî êrîşê Kurdistanê kirin.
Heta Amerika siyasetek durû û rojane li Iraqê û deverê rêve bibe dê tujî problemên mezin bibe.