Cîhan
Îranê şîna netewî ragihand
Piştî êrîşa Îsraîlê ya li dijî nexweşxaneya li Xezzeyê, ku di encamê de bi sedan kes mirin, Îranê sibe rojek şîna netewî ragihand.
Di daxuyanîya nivîskî ya hikûmeta Îranê de êrîşa Îsraîlê ya li dijî Nexweşxaneya Baptîst a El-Ehlî ya li Xezzeyê bi tundî hat şermezarkirin û rojek şîna netewî hat ragihandin.
Di daxuyanîyê de bang li civaka navnetewî û bi taybet li welatên îslamî hat kirin ku têkilîyên xwe yên bi Îsraîlê re qut bikin û balyozên xwe ji Îsraîlê bikşînin.