Îranê ragihand ku di xwepêşandanan de 281 kes mirine
Di rapora ku bi helkefta Cejna Newrozê hat weşandin, hikûmeta Îranê ragihand ku di xwepêşandanên piştî kujtina Mahsa Emînî ya Kurd de 281 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Komîteya ku ji aliyê Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ve ji bo lêkolîna xwepêşandanên girseyî hatibû destnîşankirin, yekem rapora xwe eşkere kir.
Rapora navborî 10 rojan piştî rapora Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) hat eşkerekirin.
Li gor pisporên Neteweyên Yekbûyî, herî kêm 551 xwepêşander, di nav wan de 49 jin û 68 zarok, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kujtin û piraniya wan bi çekan hatine kujtin. Lê di rapora ku ji aliyê komîteyê ve li Îranê hat weşandin, hat îdiakirin ku ji 202 sivîl di xwepêşandanan de mirine, 90 kes di çalakiyên terorîstî, êrîşên li ser navendên leşkerî û ewlehiyê, binesazî û polîsan de çek hilgirtine û bikar anîne.
Rapora komîteyê diyar kir ku 112 kesên mayî ji qurbaniyan xelkên derdorê ne ku ji aliyê serhildayan ve hatine kujtin.
Herwiha di raporê de hat gotin ku 54 endamên hêzên ewlekariyê di encama tundûtûjiya berbelav de ji aliyê serhildêr û terorîstan ve hatin kujtin.