Cîhan

Îranê êrîşeke nû ya mûşekî li ser Îsraîlê da destpêkirin

Îranê roja Duşemê sibehê ragihand ku êrîşeke din a mûşekî li ser Îsraîlê kiriye. Mûşek gihîştin qada hewayî ya welêt û hin ji wan li Tel Avîvê ketin.

Êrîş li ser Hayfa, Orşelîm/Quds û Tel Avîvê bû. Li gorî medyaya Îsraîlê, ku ji polîs îdia dike, di êrîşê de nêzîkî 100 mûşek hatine bikaranîn.

Berê, artêşa Îsraîlê hişyarî dabû welatiyên xwe ku ji bo parastina xwe ji êrîşê xwe veşêrin.

Pevçûnên rasterast di navbera Tel Avîv û Tehranê de ji sibeha Înê ve berdewam dikin. Pêşî, Îsraîlê êrîşî çend baregehên atomî û leşkerî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê kir, hejmarek fermandarên leşkerî û zanyarên atomî kuştin.

Îranê di bersiva êrîşê de Operasyona Soza Rastîn 3 li dijî Îsraîlê dest pê kir.

Back to top button