CîhanRojev

Îranê dîsa zirt li Iraqê kir

Serokerkanê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îranê Mihemed Bakirî carek din zirt li Iraqê kir û got ku ” Heta meha Îlonê wextê we heye, heger Iraq sozên xwe yên di derbarê alîyên opozîsyona Îranê neyne cîh, emê êrişan hîn dijwartir dubare bikin”.

Li Herêma Kurdistanê hebûna partîyên Kurdên Rojhilat Îranê nerehet dike. Ji ber vê, di rabirdûyê de Îranê gelek caran bi mûşekan êrîş anîbû ser meqer û baregehên partîyên rojhilat û ziyan dabû wan. Xuyaye Îran rehet nasekine û dixwaze carek din êrîşî partîyên rojhilat bike. Ji ber vê yekê zirt li ser zirtan li Iraqê dike ku wan partîyan ji nav sînorên Iraqê derxîne.

Di vê derbarê de  Serokerkanê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îranê Mihemed Baqerî, carek din zirt û gef li Iraqê kir û heta meha Îlonê mohlet da Iraqê. Bakiri, eşkere kir ku ew ê êrîşên xwe yên li ser axa Iraqê dubare bikin û got: “Heger hikûmeta Iraqê heta meha Îlonê sozên xwe yên di derbarê komên çekdar ên li akurê Iraqê de bi cîh neyne, emê li dijî van koman operasyonên xurttir dubare bikin”.

Bakiri wiha got: “Mixabin hin welatên cîran erkên xwe yên li ser sînoran bi rêk û pêk bi cîh naynin. Muxalefeta li bakurê Iraqê çekdar in û ewlehîya sînorên me tehdîd dikin”.

Bêguman ev zirt û gef ne tenê li Hikûmeta Bexdayê tê kirin, herweha li Hikûmeta Kurdistanê jî tên kirin ji ber partîyên rojhilatî di nav sînorên xaka Kurdistanê de ne.

Back to top button